Ji 17’ê Nîsanê ve gerîlla bi rêbaza tîmên gerok û şerê tûnelan bersivê didin êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê. HPG’ê eşkere kir ku di di çalakiyên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de 11 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha derb li helîkopterekê jî hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encama çalakiyên gerîlla, raya giştî agahdar kir.
Li gorî vê;
- Li herêma Avaşînê
30’ê Hezîranê, dagirkerên li qada Kokerê, bûn armanca lêdana tîmên gerok ên gerîlla.
Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
1’ê Tîrmehê li heman qadê, gerîllayên jin ên sekvan li hêzên artêşa Tirk dan û di encamê de leşkerek hat kuştin.
- Li herêma Zapê
29’ê Hezîranê helîkoptereke artêşa Tirk hewl da qada Kurojaro bombebaran bike.
Di encama destwerdana gerîlla de derb li vê helîkopterê hate xistin û neçar ma ji qadê dûr bikeve.
30’ê Hezîranê li heman qadê di encama çalakiyên sekvaniyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
- Li herêma Metîna
30’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li derdora qada Girê Cûdî çalakiyên sekvaniyê pêk hatin.
Di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
1’ê Tîrmehê jî dagirkerên li heman qadê bûn armanca lêdana tîmên gerok.
Di vê çalakiyê de 2 leşkerên din hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:
Roja 30’ê Hezîranê, artêşa Tirk 23 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê, 3 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîlla bombebaran kirin.