Viyan Hebabî: Kesên mîna Vîyan Dexîl alikariya dijmin dikin, nekarin bêjin em êzidî ne

Parlementera PDK’ê ya li Iraqê Vîyan Dexil çend roj berê li bajarê Stenbolê ji dewleta Tirk xwest ku ew bi hevre PKK’ê tune bikin. Yek ji fermandarên YJŞ’ê Viyan Hebabî li ser axaftinên wê got: ”Yên ku alîkariya dijmin dikin, wê nekaribin bêjin em Êzidîne. Em rê nadin tu kes li ser îradeya gelê me bazirganiyê bike.”

Beriya çend rojan di bin navê “aloziya koçberan” de li bajarê Tirkiyê Stenbolê, konferansek hat lidarxistin.

Parlementera PDK’ê Viyan Dexîl yek ji beşdarên vê civînê bû.

Dîmenên Dexîl yên beşdarbûna konferansê û axaftina wê, li ser tevnên civakî hatin belavkirin.

Ji axaftina van dîmenan diyar dibe ku Viyan Dexîl li şûna şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, banga hevkariyê li Enqerê kir û dibêje: Hêviya me ew e ku Tirkiyê bi me re bibe alîkar da ku em PKK’ê tine bikin.

Yek ji fermandarên YJŞ’ê Viyan Hebabî, derbê axaftinên Viyan Dexîl ên di parlamentoya Iraqê dijî Êzidiyan kir nirxandin û got : “Kesên alîkariya dijmin dikin, wê nekaribin bêjin em Êzidîne.

Heke dixwazin ji bo civakê têbikoşin, divê berjwendiyên gelê me bingeh bigrin.

Li ser tevahî civakê şerek tê meşandin û dixwazin baweriya jinê tine bikin, gelek mînakên vê hene.

Ya herî berçav jî parlamentera PDK’ê Viyan Dexîl ku xwe weke jinek Êzidî binav dike, lê di rastiyê de li ser hebûna jinên Êzidî siyasetê dike.

Li ser civakek ku di komkujiyan re derbas bûye, divê siyaset neyê kirin.

Her kesê ku xizmetê ji bo Êzidiyan bike û bixwaze ji bo Êzidiyan têbikoşe, bila têkoşîna xwe li Şengalê bide meşandin.

Viyan Hebabî: Ên ku berdêl dan û xwîn rijandin ew nûnerên jinên Êzidî ne

Viyan Hebabî anî ziman ku kesên li ser civaka xwe bazarê bike û siyaseta qirêj bide meşandin, ewê di nava civakên din de jî bê qîmet bin u wiha domand.

Viyan Dexîl li ser navê jinên Êzidî di axive û siyasetê dike, lê nûnerên jinên Êzidî ewin ên ku bedel dan û xwîn rijandine.

Viyan Hebabî: Em rê nadin kes li ser vîna gelê me bazirganiyê bike

Tu mafê wan kesa nînin li ser navê me wek jin bi dewleta Tirk û aliyên din re hevdîtinê bike.

Bila ti kes li ser xwîna civaka me bazirganî û siyasetê neke.

Kî bixwaze destê xwe dirêjî me bike, emê pêre têkoşînek hevbeş bidin meşandin.

Lê em rê nadin kes li ser gelê me bazariyê bike.”

Back to top button