Li Şengalê kongre bi girtina biryarên giring bi dawî bû

Kongreya Yekem a Jinên Ciwan ên Êzidî duh hat lidarxistin. Di kongreyê de gelek biryarên girîng hatin giritin. Jinên ciwan ên Êzidî soza xurtkirina rêxistina xwe dan û navê xwe kirin Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê.

Di salvegera şahadeta Ş.Zîlan de Jinên ciwan ê Şengalê doh li navenda Şengalê li avahiya Meclisa gel Kongreya xwe ya yekemîn lidar xist.

Kongre bi beşdarbûna 150 delegeyan bi dirûşmeya “Di xeta Zîlan û Bêrîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ pêk hat.

Di kongreyê de peyamên Rêber Abdullah Ocalan, peyama jinên ciwan yên Ermenîstan, Rojava, Başûr, Mexmûr û Bakurê Kurdistanê hatin xwendin.

Di axaftinên Kongreyê de jinên ciwan ên Êzidî teqez kirin ew ancax bi rexistinkirin û perwerdeyê, pêşî li fermanan bigrin.

Piştî axaftinan, der barê pergala hundirîn a rêxistinbûna jinên ciwan de biryarên nû hatin girtin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li ser van esasan xwe birêxistin dike:

Li ser nêrina azadîxwaziya jinê xwe birêxistin dike û ji bo avakirina civakek exlaqî polîtîk, tekoşîn dide meşandin.

Yekîtîya jinên ciwan ya Şengalê sîstema xwe li ser komîn, meclîs, akademî, koperatîf, xwe parastin û hwd, ava dike.

Jinên ciwan bi pêkhate û endamên xwe, di her karî de tevlîbûna nerîna azad û demokratîk esas digre.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên ciwan û heman demê rêxistinkirine xwe gihandina hemû jinên ciwan û li gorî vê yekê xebatan pêşxistinê hedef digre.

Jinên Ciwan Êzidî bi erêkirina piraniya dengan, navê xwe wek Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê guhert.

Û di dawiya Kongrê de ala Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê hate diyar kirin.

Back to top button