Jinên siyasetmedar: Êriş aloziya Sûriyê kûrtir dike û çareseriyê asteng dike

Jinên siyasetmedar bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dan û diyar kirin ev êriş aloziya Sûriyê kûrtir dikin û çareseriyê jî asteng dike. Her wiha jinan d ji sazî û dezgehên mafên mirovan jî xwestin ku derbarê rewşa li herêmên dagirkirî de komîteyekê ava bikin da ku biçin wan herêman rewşê bişopînin.

Dewleta Tirk gef û êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê zêde kiriye.

Li dijî êrişan gelên herêmê jî di nava berxwedanê dene.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Jiyan Mele Mehmûd li ser mijarê axivî û got: Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ranewestiyane.

Armanc ji van gefan têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye, nemaze ku di pêkanîna projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş bi ser ket.

Berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kecwan jî wiha anî ziman: Dewleta Tirk a dagirker tola binkeftina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rohilatê Sûriyê hiltîne.

Em teqez dikin ku bêyî projeyên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu çareserî pêk nayê.

Nadiya Xerîb: Êrişên 1915’an rû dan, di 2019’an de dubare bûn û îro jî didomin

Nadiya Xerîb ya ku bi eslê xwe Ermen e û ji ber êrîşên dagirkeriyê neçarî koçberiyê dibe jî der barê êrişên ku şêniyên Ermen pê re rû bi rû dimînin de axivî.

Nadiya Xerîb behsa êrîşên dewleta tirk a dagirker kir û got: Li Serêkaniyê dîrokê xwe dubare kir, heman senaryo li dijî Ermeniyan dubare bû.

Di êrîşa dewleta tirk de ku 2019’an de Serêkaniyê dagir kir, rewşa Ermeniyan ket xeterê.

Heman tiştê ku di 1915’an de rû da, di 2019’an de dubare bû.

Dewleta Tirk a ku xwe wekî hêzeke mezin û dagirker nîşan bide, hemû sûcên dermirovî dike.

Em ji sazî û dezgehên hiqûqî daxwaz dikin ku komîteyek ava bikin û derbasî herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û sûcên li ser gelê me yê Ermen tê kirin belge bikin.

Back to top button