Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Girê Spî 4 ciwan revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 4 ciwan ji gundewarê Girê Spî yê dagirkirî revandin.

Hat ragihandin ku dewriyeyeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro bi ser bajarokê Elî Baciliye de girt û 4 ciwan revandin.

Navê kesên hatin revandin wiha ne:

Mihemed El-Elo, Mistefa El-Erar, Îsa El-Şewax û kurê Hesen El-Osman ku xwendekarê amadehî ye û beriya çend rojan ji navçeya Sabxa yê Reqayê vegeriyabû, girtin.

Her wiha kesên hatin revandin, ji ”şaxê têkoşîna li dijî terorê” ya çeteyan ku li kantona dagirkirî ye hatine şandin.

Back to top button