Dewleta Tirk cenazeyê 20 leşkerên xwe li qada şer hiştiye nikare bigre

Dewleta Tirk a dagirker di şerê Zapê de têk çûye.
Wer lê hatiye ku cenazeyên xwe li pişt xwe dihêlin û direvin.
Û têkçûna xwe bi nûçeyên derew ji raya giştî a Tirkî vedişêre

Gerîlayên li Şikefta Birîndara diyar kirin ku li Kevirê Kun zêdeyî 20 cenaze hene ku bi hesîr û baraniyan kamufle kirine.

Ji ber ku gerîlayan nehiştin helîkopterên Skorsky bikevin qadê, cenazeyên leşkeran 20 roj in li qada Kevirê Kun a herêma Zapê mane.

Artêşa Tirk a ku bi xwe newêre ji aliyê bejahî ve pêş biçe, xwest bi rêka cerdewana ve cinazê xwe bigre lê bi ser neket.

Dewleta Tirk bi nûçeyên derew dixwaze aqubeta leşkerên xwe ji raya giştî veşêre.

Cerdewanên dihat gotin ku wendane li Zapê hatine kuştin

Ji aliyeke din hate ragihandin ku 2 cerdevanên bi navê Kemal Alîm û Huseyîn Sari ku dewleta tirk digot di şer de wenda bûne, derket holê li şerê Zapê de hatine kuştin.

Ev 2 cerdewan xelkên navçeya çelê ya Colemêrgê ne.

Hat ragihandin ku cenazeyê wan niha anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê û wê îro bên veşartin.

Back to top button