Artêşa Tirk a dagirker ji hêstirên Kurdan jî ditirse

Me got dewleta tirk Li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî gerîla têk çûye û ji bo wê gerîla dike armanc. Lê gelo hêstirên gundiya çi artêşan dagirker kiriye, dewleta hov gelek hêstirên gundiyan jî bombebaran kir û kuşt.

Artêşa dagirker li başûrê kurdistanê rojane sûcê şer û mirovahiyê dike.

Şewitandin, birîna daran, bombebarana çiya, bax baxçeyên gundiyan, gelî û gundên başûr nebes bû vê carê artêşa dagirker hêstirên gundiyan bombebaran kir.

Ev dîmenê hovîtiya dewleta Tirk in.

Baş e hêstirên ku xelkê herêmê ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanê bi kar tînin hedefa çi ne?

Çima ewqas zilm li heywanan tê kirin?

Ev hovîtiya li hêstiran tê kirin ispata şênber a rûyê hovane yê dewleta Tirk a dagirkere ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye ye.

Ew ne tenê dijminê Kurd û Kurdistanê ye, dijminê hemû tiştên madî û manewî yên Kurdan in.

Rayedarên başûr li hemberê vê hovîtiya tirkî heta niha ti helwestekî nîşan nedane.

Back to top button