HRE: Li Bab û Ezazê 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyên xwe bersiva êriş û hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî didin.
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên wan ên di 26 û 28’ê Hezîranê de li Bab û Ezazê, 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn û 2 maşîneyên wan hatin rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 26 û 28’ê Hezîranê yên li Bab û Ezazê yên dagirkirî daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, her roj li herêmê êrîşên dijwar li dar dixin û wiha domand:

“Gelên me yê ku piştî dagirkirina bajarê Efrînê neçar man ku koçber bibin, di vê koçberiyê de jî dibin hedefa êrîşên artêşa dagirker.

Bi gefên dewleta Tirk a faşîst ku bi taybetî di demên dawî de li hember herêmê û gelê herêmê tê kirin, êrîşên çeteyên artêşa Tirk jî zêdetir bûne.

Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, wekî parêzvanên gelê xwe, ev hewldanên çeteyên dagirker yek bi yek bê bandor dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan kir ku di rojên 26 û 28’ê Hezîranê de, hêzên wan li herêmên Bab û Ezazê derbên giran li çeteyên dagirker xistine û ev agahî dan:

“Di roja 26’ê Hezîranê de, li herêma Babê, karwanek çeteyên girêdayî koma Ehrar El-Şam ku ji bo teqwiya êrîşekê di nava liv û tevgerê de bû, hate hedefgirtin.

Di encamê de 2 maşîneyên çeteyan hatin rûxandin, 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Di 28’ê Hezîranê de, li herêma Ezazê dema ku komek çete amadekariya êrîşê dikirin, ji aliyê yekîneya me ve hate hedefgirtin û di encamê de çeteyek hate kuştin.”

https://youtu.be/-c2cO1ZEanE

Back to top button