Atîna: Tirkiye 760 caran sînorê me yê asmanî binpê kiriye

Atînayê îdia kir ku Tirkiyê di meha Hezîranê de, 760 caran qada asmanî ya wan binpê kiriye.
Aloziya di navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de ku du welatên cîran ên NATO’yê ne, dewam dikin.

Aloziya qada asmanî ya di navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de didome.

Li gorî daxuyaniya îro ya Artêşa Yewnanîstanê, Tirkiyê meha borî 760 caran qada hewayî ya wan binpê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku binpêkirina hewayî ji aliyê balafirên şer û pêgerên hewayî yên bêmirov ve pêk hatiye.

Hat îdiakirin ku ji 760 binpêkirinan 9 jê li esmanê giravên Yewnanîstanê yên li Egeyê pêk hatine.

Di 17 binpêkirinan de, balafirên herdu welatan hatine pêşberî hev.

Rayedarên Yewnanîstanê îdia dikin ku hejmara binpêkirinên qada hewayî yên bi vî rengî ji destpêka vê salê ve nêzî 4,000 e û ev bûyerên navborî binpêkirina serweriya wê ne.

Enqere: Atîna 147 caran sînorê me yê asmanî binpê kiriye

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganê ku duh di derketina Nimêja Înê de daxuyanî da û got,

“Pirsgirêka me ya ku em bi Yewnanîstanê re şer bikin tuneye.

Erdogan careke din Atîna ji rewşa heyî berpirsyar nîşan da.

Nîqaşên li ser peymana lihevkirinê ya Lozan û Parîsê

Binpêkirinên ku Tirkiye li dijî qada asmanî ya Yewnanîstana endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) dike, ji aliyê Yekîtiyê ve her tim tên şermezarkirin.

Aliyê Tirk îdia dike ku Yewnanîstan Giravên li Derya Egeyê biçek dike û ev yek jî weke binpêkirina peymanên heyî nîşan dide.

Ji ber rewşa egeriya êrişeke Tirkiyê li ser giravan rêveberiya Yewnanîstanê bifikare.

Di dawiyê de, Yewnanîstanê ji ber binpêkirina van peymanan, giliyê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî kiribû.

Li gorî Atînayê, Tirkiye peymanên Lozana 1923 û 1947 Parîsê binpê dike.

Back to top button