CPT: Dewleta Tirk di nava mehekê de li başûrê Kurdistanê 5 kes qetil kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin û ji ber van êrîşan gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Rêxistina CPT’ê derbarê ziyanan de raporek amade kir û diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, di nava mehekê de 5 sivîl hatine kuştin.

Rêxistina CPT’ê derbarê ziyanên ji ber êrîşên dagirkeriyê ku dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, raporek belav kir.

Li gorî raporê, di nava 21’ê Gulan heya 21’ê Hezîrana 2022’an de, ji ber operasyonên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, 5 welatiyên sivîl ku di nav de 3 zarok bûn, şehîd ketine û 15 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî heman raporê, piştî êrişên esmanî yên di 21’ê Gulana 2022’an yên ser bi gundê Tuteqel ya li navçeya Çemçemal û şehîdxistina du welatiyên sivîl, niha 8 malbatan ji tirsa bombebarana dewleta Tirk gundên xwe vala kirine.

Di dewama raporê de hate gotin;

“Tirkiyê di çarçoveya operasyona xwe ya dawî de, 4 baregehên leşkerî li herêmên Avaşîn û Zapê ava kiriye.

Ji 16’ê Hezîranê ve jî hewl didin baregehek din li ser çiyayê Kurejahro ava bikin.”

Li gorî belgeyên ku bi destê CPT ketine, bûyera 26’ê Gulana 2022’an ya li Bamernê ku 3 zarok tê de şehîd bibûn, ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.

CPT’ê da zanîn ku leşkerên Tirk ji baregehên xwe gundan topbaran dikin, her roj guleyan li gundan direşînin.

Hate diyarkirin ku ji 15 heya 17’ê Hezîrana 2022’an, 5 welatiyên sivîl li Derkar, yek jî li Kanî masî ji ber êriş û topbarana dewleta Tirk birîndar bûne.

Back to top button