Rûsya: Hêzên me 5 baregehên artêşa Ukraynî li Donbasê rûxandin

Artêşa Rûsya li Rojhilatê Ukrayna, hewl dide herêma Donbasê bi temamî kontrol bike.
Wezareta Parastinê ya Rûs ragihand ku hêzên wan 5 baregehên artêşa Ukraynayê li vê herêmê rûxandine.
Serokê Ukraynayê Zelensky jî hewldanên Rûsya ên kontrolkirina Donbasê piştrast kir û got;
Bi vê armancê niha li dijî bajarê Odesa êrişên hovane pêk tên.

Ajansa Nûçeyan a Interfaxê li ser navê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand li herêma Rojhilatê derbên giran li artêşa Ukraynayê hatine xistin.

Li gorî vê yekê,

Artêşa Rûsya bi dijwarî li navendên hêzên Ukraynî dide.

Bi taybet jî li herêma Donbasê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 5 baregehên artêşa Ukrayna li herêmên Donbas û Mykolaiv rûxandine.

Şaredarê Mykolaivê jî piştrast kir ku vê sibê teqînên mezin li bajêr rûda ne.

Zelensky: Rûsya hewl dide Donbas kontrol bike

Serokê Ukraynayê Zelensky jî êrişên li herêma Odesa weke teroreke mezin binav kir û got;

Rûsya hewl dide Donbasê bi temamî kontrol bike.

Rêveberiya Kievê jî diyar kir ku di êrişa li dijî Odesayê, avahiyên sivîl bûne hedef.

Tevî kuştina 18 kesan jî berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov îdîa kir ku hêzên wan êrişî deverên sivîl nakin.

“Rûsya li herêma behra reş bombeyên fosforî bikar tîne”

Li aliyê din artêşa Ukrayna Rûsya bi wê yekê tawanbar kir ku li dijî hêzên wan bombeyên fosforî bikar tîne.

Fermandarê artêşa Ukraynayê Valerii Zaluzhnyi (Valerî Zaluznî) diyar kir ku Rûsya li dijî Girava Maran, 2 caran bombeyên qedexekirî bikar anîne.

Genimê Ukrayna ber bi Tirkiyê ve tê veguhestin

Di vê navberê de derket holê ku bi tonan genimê Ukranya ku ketine bin kontrola Rûsyayê, ber bi Tirkiyê ve têne veguhestin.

Daxuyaniya rêveberiya Kievê jî ev yek piştrast kir.

Ukrayna raginand ku bêtirî 4 hezar û 500 ton genimê wan ketiye destê Rûsan û ew ber bi Tirkiyê ve şandine.

Rêveberiya Kievê bang li Enqerê kir da dest deynin ser keştiya genim û barê wê bişînin Ukraynayê.

Back to top button