Îran: Em êrişa Tirkiyê ya li dijî Bakurê Sûrî qebûl nakin

Şefê rêjîma Tirk Erdogan piştî civîna NATO careke din gefa êrişê li dijî herêma Bakurê Sûrî xwar.
Wezîrê Kar Derve ê Îranê Hisên Emîr Abdullahiyan ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk in.

Dewleta Tirk ji bo tevgereke nû ya dagirkeriyê li dijî Bakurê Sûrî, hêviya xwe bi desteka civîna NATO’yê ve girêdabû.

Piştî vê civînê, şefê Tirk Erdogan îdîa kir ku ew ê ji nişkê ve êrişî Bakurê Sûrî bikin.

Wezîrê Karê Derve ê Îranê Hisên Emîr Abdullahiyan ku ji bo serdaneke fermî li Sûrî ye li dijî gefên Tirkiyê nerazîbûn nîşan da.

Abdullahiyan ragihand ku welatî wî li dijî êrişên dewleta Tirk e û got:

Wezîrê Îranê anî ziman ku li şûna êrişan, pirsgirêk dikarin bi rêyên diyalogê werin çareserkirin.

Back to top button