“LI DÊRSIMÊ ÇEKÊN KÎMAWÎ HATINE BIKARANÎN”

Malbata gerîla Mahmût Alinbay ku li Dersimê di encama şerê li dijî dagirkeriya dewleta tirk de şehîd bû îdia kir ku dema şer de artêşa tirk çakên kimawî bikar anîne.
Malbatê got: Ew ê li dijî vê yekê giliyê bikin.

Di 22-23’yê Hezîranê de li navçeya Xozat a Dersimê di navbera gerîla û artêşa tirk a daigrker de şer derket.

Di encama şerê li herêmê de gerîla Mahmut Alinbay şehîd bû.

Malbata gerîlayê HPG’ê ku cenazeyê zarê xwe wergirtin, rastiya hovîtiya dewleta tirk dîtin.

Cenaze ji ber karanîna çekên kimawî reş bûbû û çermê laş ji hev diket.

Her wiha li ser cenaze şopên êşkenceyê jî hebû.

Bavê gerîlayê şehîd got:

Cenaze weke komirê reş bûbûn.

Cenaze 4 rojan li derve hatiye hiştin û ew nexistine termxaneyan.

Li dijî vê yekê emê gilî bikin.

Leave a Reply

Back to top button