ERDOGAN ÊDÎ LI PIŞTEVANIYA XWE YA JI ÇETEYÊN LI LÎBYAYÊ RE MUKUR TÊ

Bi awayekî fermî êdî serokê AKP’ê Erdogan li piştevaniya xwe ya çeteyên li Lîbyayê mukur tê.

Ev demeke Artêşa netewî ya Lîbî şerê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li paytexta Lîbya Terablusê dike.

Ji bo destwerdana Tirkiyê di welêt de, artêşê şer li dijî wê bixwe da destpêkirin.

Li gel mukurhatina Erdogan jî, rojnameyeke Lîbî nasnameya pisporên Tirk ku di nav de generaleke payebilind jî heye,kifş kir.

Li kîjan devera Ixwan el- Muslimîn xwe lê bi cih kirine, Erdogan li wir e.

Ev demek e, belgeyên fermî yên destwerdana Tirkiyê di karûbarên Lîbyayê de isbat dibin û rastiya heyî radixe ber çavan.

Lê vê carê berteka Erdogan a ne payînkirî, cih ji şiroveyê re nahêle.

Hema fermandarê giştî yê artêşa netewî ya Lîbyayê Xelîfa Hefter şer li dijî dewleta Tirk ragihand.

Piştî vê jî Erdogan yekser li hebûna xwe li ser erda Lîbyayê mukur hat.

Serokê AKP’ê Erdogan nikarîbû xwe ragire û ji Japonyayê bersiv da û got:

Em ê tedbîrên pêwîst ji bo vî şerî bistînin.

Erdogan ji dêvla hebûna çeteyên xwe li Lîbyayê red bikira, piştevaniya xwe ji wan re piştrast kir.

Piştî Hefter, berdevkê wî lîwa Ehmed Mismarî jî ev daxuyanî da:

Hikumeta Tirkiyê dijminê me ye… lê ev gotina me ne ji bo gelê Tirkiyê ye.

Ji ber gelê Tirk bixwe dibin zordariya Erdogan de ye.

Em ê keştiyên Tirkiyê li ava navdewletî û hemû armancên stratejîk ên di hundirê welêt de bikin hedef.

Weke nîşaneyeke din a hebûna Tirkî li Lîbyayê, çavkaniyeke istxbaratî Lîbî nasnameya pispor û serbazên Tirk ji rojnameya Mersid a herêmî re eşkere kir.

16 pisporên Tirk di nav de general Urfan Ozsert di odeya operasyonên Terablusê de dixibitin.

General Oz-sert, fermandarê Fûca Akadimî ya Leşkerî û berpirsê leşkerî yê Dîlokê bû.

Ev tîm li baregeha Miêtîq a asmanî dimîne.

Agahiyên istxbaratî û destnîşankirina deveran ji artêşa hikumeta Wîfaqê re pêşkêş dike.

Her wiha dronên Tirkî yên ji celebê Bêriqdar bi kar tîne.

Leave a Reply

Back to top button