TEMELLÎ: BI HILBIJARTINÊN STENBOLÊ XETA SEYEM PARAST

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di Kongreya 4’an a Partiya Sosyelîstên bindest ESP’ê ya li Enqerê de axivî. Temellî got: Bi van hilbijartinan me bersiva herî xweş da vê hişmendiya ku gelên Tirkiyê mehkûmî siyaseta rageşiyê dike.
Ev jî hewldanek çêkirina xeta seyamîn bû.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Kongreya 4’an a Partiya Sosyelîstên Bindest ESP’ê ya li Enqerê axivî.

Sezaî Temellî got:

Di heşmendiya rêjîma AKP’ê de yek reng heye.

Ji bo wê jî pêdivî bi mekanîka darbeyê tasfiye bike, jiyaneke azadîxwaz, wekhev û demokratîk ava bike, heye.

Temellî diyar kir ku em destûreke demokratîk li ser zemîneke lihevkirinê, ji devereke ku hemû beşên civakê digihîne hev dixwazin ava bikin.

Hibijartina Stenbolê îtîrazeke li dijî hişmendiya yek reng e.

Ev îtîrazek e li dijî senteza Tirk-Îslamî ya ku ji destûra 1924’an ve tê ferzkirin e.

Divê hemû beşên civakî, kedkar, avaniyên di nav siyaseta demokratîk de tevbigerin.

Em dizanin bê ka ev desthilat ji reformê çi fêhm dike.

Divê em têkoşîneke ku di nav hişmendiya van a reformê de asê namînin, azadiyê ji hemû hevrêyên me re dixswaze.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Em dixwazin siyaseteke nû ava bikin ku bi demokrasiya Herêmî re hatiye qeyîmkirin.

Hemû gel bikaribin bi mafên xwe hebin.

Ev ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata Navîn ku rêya aştiyê ji bo gelê wê veke.

Ev hewildana avakirina xeta sêyem bû, em her kesî vedixwînin vê xetê.

Leave a Reply

Back to top button