“Êrişa Tirkiyê li dijî Bakurê Dûrî wê aramiya herêmê têk bibe”

Dema serdana xwe a ji bo Şamê, Wezîrê Karê Derve ê Îranê Hisên Emîr Abdullahiyan careke din nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk da.
Abdullahiyan diyar kir ku êrişa li dijî Bakurê Sûrî wê aramiya herêmê têk bibe.
Serok-komariya Sûrî jî eşkere kir ku Tirkiyê di bin navê hincetên pûç de hewl dide herêmê dagir bike.

Wezîrê Karên Derve ê Îranê Hisên Emîr Abdullahiyan hevdîtinên xwe li gel rayedarên Sûrî
dewam dike.

Abdullahiya piştî danûstandinên li paytext Şamê daxuyaniyek da.

Wezîrê Îranê careke din helwest nîşanî gefa êrişê ya dewleta Tirk da û got:

Êrişa Tirkiyê ya li dijî Bakurê Sûrî wê aramiya herêmê têk bibe.

Divê were zanîn ku em li dijî her cûreyên êrişên li dijî xaka Sûrî ne.

Rêveberiya Şamê: Tirkiyê bi hincetên pûç dixwaze Sûrî dagir bike

Di çarçoveya serdana xwe de, şefê siyaseta derve ê Îranê Hisên Emîr Abdullahiyan li gel serokê rejima Sûrî Beşar Esed jî hevdîtin pêk anî.

Li ser naveroka hevdîtinê, rêveberiya Şamê daxuyanî da û got:

Ji bo êrişa li dijî xaka Sûrî rewa nîşan bidin, îdîa û hincetên pûç radixin ber çavan. Lê rastiya van hincetan tine ye. Yekser binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û huqûqa navneteweyî ye.

Rêveberiya Şamê beriya niha jî îdîayên Erdogan ên avakirina “herêma ewle” weke tevgera dagirkeriyê binav kiribû û gotibû;

Ew ê li hemberî êrişan bê deng nemînin.

Şefê rêjîma Tirk Erdogan 1’ê Hezîranê gef li herêma Bakurê Sûrî xwaribû û gotibû,

Ew ê weke gava pêşî êrişî Til Rifat û Minbicê bikin.

Back to top button