HPG: SERBAZEK JÎ DI NAV DE 10 LEŞKER Û KONTRAYEK HATE KUŞTIN

Hêzên Gerîla bi çalakiyên bibandor bersiva êrîşên dagirkeriyê didin.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Avaşîn, Çelê, Qilaban û Slopyayê Yek jê serbaz 10 leşker û kontrayek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya û ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de gerîlayan bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Zîlan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn.

28’ê Hezîranê gerîlayan li derdora gundê Dawûşa ya Çelê ya Colemergê tevî kontrayan li dijî leşkerên ku derketibûn operasyona dagirkeriyê, çalakî pêkanîn.

Di çalakiyê de yek jê serbaz 2 leşkerên payebilind hatin kuştin.

Heman rojê gerîlayan li dijî leşkerên dagirker ên di avakirina kulubeya nobedê ya li nêzî gundê Germita yê navçeya Silopya Şirnexê de kar dikirin, çalakiyek li dar xist.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê gerîla li Botanê kontrayê bi navê Cemal Laçîn ceza kir.

Navendê diyarkir ku tiliya vî kesî di şahadeta 4 gerîlayan de hebû û got:

Kesên wisa kuderê dibe bila bibe wê werin cezakirin.

29’ê Hezîranê gerîlayan bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî pêk anîn û 6 leşker hatin kuştin.

Heman rojê gerîlayan li dijî leşkerên li qereqola Serbend a Qilebana Şirnexê çalakiyeke sûîkastê li dar xist.

Li vê derê jî leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

24’ê Hezîranê bi şev, di navbera gundên Pola û Tuyê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê de di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer derket.

Di şerê li herêmê de 3 gerîla şehîd bûn.

Hevrêyekî me jî piştî ku birîndar dibe ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe teqand û şehîd bûye.

Di vî şerî de 4 leşkerên dijmin birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku ew ê têkildarî nasnameyên şehîdan di demên pêş de agahî bi raya giştî re parve bikin.

Leave a Reply

Back to top button