Emîne Kakabawe: Tirkiyê bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd dikuje

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Emîne Kakabawe anî ziman ku Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd dikuje.
Emîne Kakabawe got: Çekdayîna Tirkiyê li dijî mirovahiyê ye..

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê Emîne Kakabawe der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û hevkariya PDK ji ajansa Rojnews’ê re nirxandin kir.

Emîne Kakabawe eşkere kir ku xeter û dij miroviye ku Siwêd çekan bidin dewleta Tirk. Her wiha li dijî demokrasiya wê ye..

Emîne Kakabawe destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çek û teqemeniyên ji NATO’yê digire, êrişî gelê Kurd dike.

Emîne Kakabawe: Hevkariya PDK’ê cihê şermê ye, divê Kurd li dijî wî rabin

Emîne Kakabawe hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re weke cihê şermê bi nav kir.

Di dawiyê de, Parlamentera Kurd a serbixwe Emîne Kakabawe anî ziman ku divê mirov ti demê, pişta xwe li hêzên derve germ neke.

Lewra pêwîste gelê Kurd li dijî êrişên Tirkiyê rabin û helwestên xurt nîşan bidin.

Emîne Kakabawe ji Ronahî TV re peyvî

Emîne Kakabawe: Kurd jî di nav de, Tirkiyê daxwaza radestkirina 33 kesan ji Swêdê kiriye

Back to top button