Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava “Li dijî dagirkerî û xiyanetê verin cenga azadiyê” de, civînek li navçeya Til Birak li dar xist.
Civîn li hola meclisê hat li dar xistin û bi dehan şêniyên navçeyê û ciwan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de endamê Koordînasyona Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriy Tolhildan Zerdeşt axivî û got:
“Divê em zanebûnê belav bikin û li hember tişta ku li derdora me diqewime hişyar bin. Em dikarin rêya xwe dewam bikin û parastina mafên xwe yên rewa bikin.”
Tolhildan diyar kir ku her kes destê xwe bidin hev û xaka xwe rizgar bikin û azadiya xwe bidest bixin.
Ji rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê Nesrîn Hesen jî got: “Armanc ji lidarxistina civînê nirxandina rewşa herêmê, rewşa rêber Ocalan, naskirina ciwanan ji rol û girîngiya wan di civakê de, erk û mafên wan li hember civakê û rêbertî çi ne.”