Derbarê kongreya HDP’ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bayê bezê derbarê kongreya HDP’ê de bi îdiaya “propaganda rêxistinê”kirine lêpirsîn dan destpêkirin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh li Enqereyê Kongreya Asayî ya 5’emîn bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin ya me ye” li dar xist.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, gelek deveran dilsoz û endamên HDP’ê beşdarî kongreyê bû û kongreyeke bi heybet hate lidarxistin.

Ji ber beşdariya zêde di salona ku kongre tê de hate lidarxistin de cih nema xelek endamên hdp berderê salonê man.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreê de axivî û got:

“Biryardarî û têkoşîna gelê Kurd û HDP’ê bûye tirs û xofa desthilatdaran.

Dawî li tecrîdê bînin. Ocalan di mijara çareserî û aştiyê de xwedî roleke diyarker e.”

Careke din Mîthat Sancar û Pervîn Buldan weke hevserokê HDP’ê hatin hilbijartin.

Ji ber xwedî derketina gel a HDP’ê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bayê bezê bi îdiaya “propaganda rêxistinê hatiye kirin” derbarê kongreya HDP’ê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Back to top button