Di encamê êrişa li Danîmarkê de 3 kes jiyana xwe ji dest da

Li payetxa Danîmark Kopenhagenê, êrişeke çekdarî pêk hat.
Di encamê de 3 kes hatin kuştin
Êrişkarê 22 salî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Êriş doh êvarê li navendedeke kirîn û firotinê pêk hat.

Wezîrê Edaletê Mattias Tesfaye ragihand ku di êrişê de herî kênm 3 kes hatine kuştin, 3 kes jî giran birîndar bûne.

Tesfaye diyar kir ku heta niha sedema êrişê nayê zanîn û got, yekîneyên ewlekariyê ji bo ronîkirinê di nava hewldanan de ne.

Berpirsê polîsan Soeren Thomassen anî ziman ku dûr e êriş terorî be.

Thomassen eşkere kir ku heta niha li gorî lêkolînên wan tê pêwendiyên êrişkar bi derdorên nijdaperest re peyda nebûne.

Dezgehên ragihandina Danîmarkî jî diyar kirin ku kesê êrişkar berê ji aliyê polîsan ve dihate naskirin.

Back to top button