Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Dêrikê du cotkar birîndar kirin.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku cotkarê bi navê Bedran El-Umerî û Fûad Abdullah Yûsif dema zeviyên xwe li gundên Patirzanê yê Dêrikê diçînin ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor hatin gulebaradin û birîndarkirin.
Şêniyên gund birîndar rakirin nexweşxaneyên Dêrikê.
Bijîşkê nexweşxaneyê Şemûn Şemûn diyar kir ku Fûad di milê xwe de û Bedran di pişta xwe de birîndar bûn:
Piştî gule li laşên wan hatin derxistin niha rewşa wan aram e.