Tahran: Amerîka ji însyatîfa siyasî bêpar e

Tahran ji bo Waşîngton li peymana nukleerî ya Îranê de lezê bike, zextê dike.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan nerazîbûn nîşanî xemsariya Amerîka ji peymanê da û got:Amerîka bi rengekî ji ‘însiyatîfa siyasî bêpar’ tevdigere.

Sefîrê Bilind ê DYA’yê yê ji bo Îranê Robert Malley û serkêşê danûstandinan ê Îranî Alî Bagerî 28’ê Hezîranê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê li paytexta Qatar Dohayê dest bi danûstandinan kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ji aliyê Îranê ve hatiye dayîn, Abdullahiyan bi telefonê bi hempîşeya xwe ya Fransî Catherîne Colonna re axivî û jê re got,

“Aliyê Amerîkî bêyî însiyatîf û nêzîkatiyeke ber bi pêşketinê ve hebe, çû Dohayê.”

Abdullahiyan bang li Washîngtonê kir ku “vê firsenda dîplomatîk” bi kar bîne.

Îranê 2015’an de bi 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Brîtanya, DYA, Çîn, Fransa, Rûsya) û Almanyayê re li ser bernameya nukleerî peyman îmze kiribû.

Gulana 2018’an di serdema Serokê berê yê Amerîka Donald Trump de, welatê wî bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû.

Bi hatina rêveberiya Joe Biden ya 20’ê Çileya 2021’ê li ser kar re, danûstandinên vegera peymana nukleerî ya li gel Tahranê despê kir

Back to top button