Endamê Fermandariya QSD’ê Hisên Koçer armanca êriş û dagirkerîyê nirxand

Endamê Fermandariya QSD’ê ya Herêma Firatê Dr. Huseyîn Koçer derbarê êrişên muhtemel ên dewleta Tirk û gefên wê li ser herêmê, ji ANF re axivî..
Fermandar Huseyîn Koçer got:”Hêza me ji gelên herêmê ye. Ji bilî vê, hêzeke din nîne ku em pişta xwe bidinê. Ger şerekî derkeve jî wê ne weke şerên berê be û wê hesabê salan ji Erdogan û dewleta Tirk were pirsîn.

Endamê Fermandariya QSD’ê ya Herêma Firatê Dr. Huseyîn Koçer derbarê êrişên muhtemel ên dewleta Tirk li ser herêmê, ji ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî..

Huseyn Koçer di destpêka axaftina xwe de balkişand ser êrişa li başûrê Kurdistanê şehîdbûna Ferhad Dêrik û sersaxî ji gelê kurd û malbatê re xwest.

Hisên Koçer: Dewleta Tirk li pêyî qirkirinê ye lê gelê herêmê wê teslîm nebe

Li ser Gefên Erdogan ên demên dawî jî Huseyn koçber diyar kir ku ew li pêyî qirkirina kurdan in, lê rewş ne ya berê ye.

Hisên Koçer: Gelê herêmê û hêza wê ji bo şerekî demdirêj xwe amade kiriye

Hisên Koçer her wiha anî ziman ku gelê herêmê jî ji bo şerekî demdirêj amadeye û ew ê dest ji cihê xwe bernede.

Hisên Koçer: Ew ê rewş ne weke dema dagirkirina Serêkaniyê û Efrînê be

Endamê Fermandariya QSD’ê ya Herêma Firatê Dr. Huseyîn Koçer dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê jî bibîr xist.

Hisên Koçer: QSD hêza xwe ji gel digire û wê herêmê ji dagirkerî û terorê xilas bike

Dr. Huseyîn Koçber di dawiyê de jî daxwaz ji xelkê Sûriyê kir ku li dora QSD’ê bibin yek da ku dawî li dagirkerî û terorê bê.

Back to top button