Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê

Bi sedean Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir kirin.

Şervana YPJ’ê şehîd Mizgîn Kobanê di 2’ê Tîrmehê de di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li Eyn Îsayê şehîd bûye.

Bi sedan şêniyên Kobanê, partiyên siyasî yên herêma Firatê û endamên saziyên sivîl ên kantona Kobanê tevlîmerasîma şehîd bûn.

Di merasîmê gelek kes axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan û gotin:

“Şehîdên me ji bo em bi biratî li herêmê bijîn xwe feda kirin, em jî soz didin wan ku em li ser şopa wan bin heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Mizgîn Kobanê spart axê.

Back to top button