2. KONFERANS CIWANÊN KURD BI AVAKIRINA MECLISA CIWANÊN KURD LI ROJAVA Û BIRYARAN BI DAWÎ BÛ

Bi slogana ‘Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Kurdistanê divê ciwanên Kurd serî hildin’ 2. konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê kurdistanê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Konferans bi avakirina meclisa ciwanên Kurd li Rojava û biryaran bi dawî bû. Di Konferansê de Koordînasyona Ciwanên Kurd veguherî Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava.

Îro li bajarê Qamişlo duyemîn Konferansa Ciwanên Kurd li Rojava bi beşdarbûna 270 delgeyên ciwanan, 17 nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, 4 rêxistinên ciwanên Kurd hat lidarxistin.

Konferans bi bin slogana ‘Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, rizgarkirina Kurdistanê divê ciwanên Kurd serî hildin’ lidar ket.

Di konferansê de bendên rêziknameya hatin guhertin û erêkirin.

Her wiha biryara guhertina navê rêxistinê ji Koordînasyona Ciwanên Kurd bi navê “Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava hate erêkirin.

Konferans bi girtina gelek biryaran bi dawî bû.

Hin ji biryarên hatin standin weha ne:

-Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava îtîrafê bi parçebûna Kurdistanê neke, ji ber ku erdîngariya Kurdistanê yek e.

– Ji bo azadiya Rêber Ocalan û girtiyên azadiyê bi her awayan xebat were kirin.

-Şoreşa Rojava xeleka sereke ya avakirina Kurdistana serbixwe ye.

– YPG û YPJ’ê hêz û artêşa tekane ya parastina Rojava ye, li ser vî esasî divê ciwan tevlê wê bibin û li derdora wê kom bibin.

-Azadiya Jin bingeha sereke ya azadkirina civaka Kurdî ye.

-Şengal rûmeta gelê Kurd e, pêwîste piştgirî bi xwişk û birayên me yên Êzidî were domandin.

-Li dijî çanda biyanî ku hewl dide çand Kurdî qir bike têkoşîn kirin.

– Li hemberî penabertiyê kar were kirin û bang li ciwanên Kurd werin kirin ku li welatê xwe vegerin.

– Ji bo yekrêziya Kurdî KNK lêvegera meclisê ye.

-Lêgerîna çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, bi rêya Sûriya ne navendî ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de bigirin.

-Li dijî hemû aliyên Kurdî yên ku bi dijminên gelê Kurd re dibin hevkar, têkoşînkirin.

-Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebat û berxwedan were meşandin.

Leave a Reply

Back to top button