Li Hesekê..Ji bo rêbazên danûstandina bi pirsgirêkên kar re semînerek li dar ket

Desteya Çandê ya bajarê Hesekê semînerek li ser mijarên pêşxistina karê rêveberî û çawaniya rêbazên danûstandina bi pirsgirêkan re di saziyên sivîl û leşkerî de, lidar xist.

Bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên sivîl û leşkerî di semînerê de beşdar bûn.

Semîner der barê têgeha rêveberî, pergala wê û siyasetên rêxistinî û rêbazên danûstandina bi wan re de bû.

Di semînerê de sê beş hatin nîqaşkirin .

Şêwirmendê rêveber Yasir Xezî daxwaz kir ku karê rêveberî qonax bi qonax bi pêş keve û ew pêşketin di nava hemû karmendan de bê belavkirin.

Di dawiya semînerê de beşdaran, berpisyariya rêveberan ji bo rawestandina astengî û zehmetiyan nîqaş kirin.

Back to top button