Dagirkeriya Tirk gundên Şehba û Şêrawa topbaran kir

Duh jî weke her rojê êriş li ser herêmê hebûn .
Dagirkeran gundê Bênê yê Şêrawa û gundê Bêlûniyê yên Şehbayê topbaran kirin.

Duh bi şev gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê rasterast ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat topbarankirin.

Topbaran heya derengî şevê berdewam bû.

Her wiha dagikeran gundê Bêlûniyê yê herêma Şehbayê topbaran kir.

Di encamê de agir bi gund ket.

Beriya vê jî gundê Hoşan ê navçeya Eyn Îsayê rastî êrişan hat û di encamê de 2 welatî şehîdketin .

Back to top button