Gerîlayan li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
Di çalakiya gerîlayan a li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatine girtin;
Gerîla li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyek pêk anî.
Tê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 1 jî birîndar bû.
Hate hînbûn ku di navbera gerîla û dagirkeran de şerên dijwar derket.