HPG: Girê Amêdiyê 17 caran hat bombardimankirin

Artêşa Tirk a ku rojane derbên giran ji gerîlla dixwe, hêza xwe tenê dispêre têknîka şer a giran.
Leşkerên ku di bejahî re nikarin pêş bikevin, çiyanên Kurdistanê didin ber bombeyan.
Doh êvarê li herêma Zapê, Girê Amêdiyê 17 caran hat bombardimankirin.

Ji 17’ê Nîsanê ve dewleta Tirk hewl dide deverên Zap û Avaşînê dagir bike.

Û derdora 3 mehan e ji ber bersivdayîna gerîlla, artêşa Tirk nikare bighêje armancên xwe.

Lewma ji balafiran bigirin, heta helîkopter, tank, top û gazên kîmyewî, her cûreyên çekên giran bikar tîne.

Doh piştî çalakiya gerîlla a li qada Werxelê ku di encamê de 7 leşker hatin kuştin, artêşa Tirk dîsa qadên çiyayî bombardiman kirin.

Çavkaniyên HPG’ê ragihandin ku Rojavayê Zapê bû armanca êrişên dijwar.

Li gorî daxuyaniyê, balafiran 17 caran Girê Amêdiyê bombardiman kirin.

Û piştî vê êrişê hewl dan leşkerên xwe li herêmê deynin.

Têkildarî encama şer, dibe ku îro raya giştî were agahdarkirin.

Back to top button