LI SERÊ KANIYÊ ŞEWAT 2 JIN Û ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li gundê عاليةAlya yê navçeya Serêkaniyê ji ber şewata ku gihişte malekê du jin û zarokekî jiyana xwe ji dest dan. Îro jî seat 7’ê sibehê agir bi zeviyên gundên li ser riya Diwelî ya Amûdê û Hesekê ket. Piştî 4 saetan agir hat vemirandin. Di şewatê de tevî beşeke mezin ên zeviyan hatibû çinîn jî bi qasî 60 hezar donim şewitîn. 

Li herêma Cizîrê ji doh heta îro disan agirê bi zeviyan ketî gur bû.

Doh li derdora gundê Alya yê navçeya Serêkaniyê yê kantona Hesekê şewat derket.

Ji ber lezbûna bayê şewat gihişt malên şêniyan.

Di encama şewata gihişt malan de du jin û zarokek bi giranî birîdar bûn.

Ji ber rewşa wan a giran ew rakirin nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo.

Tevî hemu hewildanan jî her du jinan û zarok jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên Tenduristiyê yên nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê navê kesên şewitîne ev in:

Izdîhar Îsa ya 30 salî û kurê wê Mehmûd Abdullah El-Xelef yê 4 salî.

Her weha jineke 37 salî lê navê wê ne hat naskirin.

ŞEWATA ZEVIYAN
LI SER RÊYA NAVDEWLETÎ 60 HEZAR DONIM ERDÊN ÇANDINIYÊ ŞEWITÎN

Îro jî Seat 7’ê sibehê şewatek mezin li ser riya diwelî ya Hesekê çêbû.

Agir ji gundê Baqosê destpêkir û heta direjahiya gundê Binayê li ser riya diwelî ya Heskê şewitî.

Navê gundên ku agir bi zeviyên wan ketine wiha ne:

Siyod, Şêx Emîn , Qews , Xirbit Seîd , Sêmitik , Ezêm , Şema , Sofî .

Meqbilê , Mele Elî , Mezîwriyê , Til batê , Morîk , Cemîliyê, Binanê.

Şêniyên herêmê bi hevkarî karîn agir vemirînin.

Di encama vê şewatê de bi qasî 60 hezar donim ji zeviyan şewitîn.

Ev zevî jî hin hatbûn çandin û hin jî nehatibûn çinîn.

Her wiha agir 21 Amûdên Kehrebayê û hin mal jî dan ber xwe û şewitand.

Têkildarî derketina çawaniya şewatê agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî Rêveberiya Xweser a bakûr û rojhilatê Sûrî di encma şewatê de zêdeyê 450 hezar domin zevî şewitiye.

Û zêdeyî 19 milyar lîreyên Sûriyê zerer li aboriya herêmê bû.

Ne tenê zirarên madî, 7 kes ji hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û şêniyan dema hewl didan şewatan vemirînin jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button