Di encama êrişa li ser wargeha Mexmûr de birîndar hene

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk îro Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir.
Di encama êrişî de birîndar hene û ziyanên madî jî çêbûn.

Li gorî agahiyan, îro saatên nîvro de balefireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir.

Di êrişê de birîndar û kesên ji bombebaranê bandor bûne hene.

Kesên ji êrişî birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê û dibin çavdêriya bijîşkan de ne.

Her wiha di encama êrişî de ziyanê madî jî çêbûne.

Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî vê êrişê wê îro saet 6’an de li wargehê meşek girseyî li dar bixin û dê daxuyanî were dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro şandeyeke leşkerî ya payebilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir.

Di şandeyê de fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramndarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana Mexmûrê kirine.

Back to top button