Polîsên Tirk 3 rojnamvanên din binçav kirin

Li Tirkiyê zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin. Polîsên dewleta Tirk îro li Enqereyê êrişî rojnamevanan kirin û 3 rojnamevan bi lêdanê, binçav kir. Piştî vê yekê rojnamevanan daxuyanî dan, ev binçavkirin protesto kirin û dan zanîn ku tevî hemû zextan jî wê, xebatên xwe bidomînin.

Dewleta Tirk bi girtina rojnamegeran û serdegiritina saziyên çapemeniyê dixwaze dengê rastî û demokrasiyê ji holê rake û tenê çapemeniya xwe ya alîgir bihêle.

Dewleta Tirk beriya Demekê 16 rojnamevanên Kurd li Amedê girtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) xwestin têkildarê 16 rojnamevanên girtî li Meydana Ûlûs a Enqereyê daxuyanî bidin.

Lê Polîsên dewleta Tirk weke her car, êrişî daxuyaniya rojnamevanan kir.

Di êrişê de rojnamevan Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û Yildiz Tar, hatin binçavkirin.

“Tevî hemû zextan em ê xebatên xwe yên çapemeniyê bidomînin”

Li ser vê yekê rojnameger ji bo hevalên xwe yên hatine binçavkirin û êrişa polîsan, çûn Nûnertiya Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Û Weşan Çapxaneyê (Basin-Îş) ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û li vê derê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de binçavkirina rojnamevanan hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku rojnamegerî ne sûc e û wiha hat gotin:

“Êrişî hevalên me kirin, derb kirin û bi îşkenceyê binçav kirin.

Em baş dizanin ku pêdiviya gel bi nûçeyan heye.

Hûn nûçeyên ku em çêdikin di rojname, radyo an jî TV’yên din de nabînin an jî bi awayekî berovajîkirî dixwînin.

Lewma me bedelên giran dan û xwe gihand van rojan.

Em ê ji vir û şûnde jî xwe ji vê rêyê nekin.

Em dixwazin Enqereya ku mejiyê DAIŞ’ê lê desthilatdar e jî demokratîk bikin.

Heke em bikarin xwe ji vê desthilatdariyê xelas bikin, polîsên ku îro êrişî me kirin dê hesabê bidin.

Dixwazin çapemeniyeke di bin kontrola wan de ava bikin.

Kedkarên çapemeniya azad bûn dengê wijdana civakê, bûn guh, çav, dil û mejiyê civakê.

Heta ku zexta li ser wan radibe jî em ê li gel wan têbikoşin.

Em 16 rojnamegeran nas dikin. Van hevalên me polîtîkaya zextê ya dewletê teşhîr kirin.

Di serî de hempîşeyên me, banga me li her kesî ew e ku xwedî li mafê agahîgirtinê derkevin.”

Back to top button