RÊVEBERIYA XWESER: PÊKANÎNA KOMKUJIYAN ÇANDA HIKUMETA TIRKIYÊ YE

Rêveberiya Xweser êrîş û komkujiyên ku dagirkeriya Tirkiyê li Başurê Kurdistanê pêk tîne bi “israrkirina dewleta Tirk ya pêkanîna komkujiyan û çanda wê ya ku nikare xwe jê rizgar bike” bi nav kir. Rêveberiya Xweser li dijî hewldanên dagirkeriyê bang li gel kir ku hîn bihtir hevgirtî bin.

https://hawarnews.com/kr//haber/rveberiya-xweser-pkanna-komkujiyan-canda-hikumeta-tirkiy-ye-h18694.html

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê êrîşên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û pêkanîna komkujiyan derheqê sivîlan de, daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de weha got:

Rêya dewleta Tirk û israrkirina komkujiyan çanda wê ye û nikare xwe jê rizgar bike.

Êrîşa Tirkiyê ya 27’ê Hizêranê li herêma Kortikê dewama dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li gor plangeriya mêtîngeriyê ya nû ye.

Tişta ku di vê dawiyê de li Efrînê û tevahî herêmên Sûriyê pêk aniye, rastiya dijminatiya Tirkiyê ya bê sînor li dijî hewldanên gelê herêmê û pêkhateyên wê de eşkere dike.

Ev jî tevahiya cîhanê li hember pirsgirêkên mezin rû bi rû dihêle.

Dewama vê projeyê tê wateya tunebûna qanûn û wijdana cîhanê, ji ber ev kiryar ne tenê herêma me, lê belê tevahî nirxên civakî li cîhanê hedef digire.

Em van êrîşên ne rewa yên li ser Başurê Kurdistanê şermezar dikin.

Bang li tevahî saziyên mafî, neteweyî, hikumeta Iraqê ya navendî û ya Başurê Kurdistanê dikin ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

Her weha bang li gelên herêmê dikin ku hevgirtî bin û hîn zêdetir li beramber hewldan û berjewendiyên dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Leave a Reply

Back to top button