3 Kompaniyên cîhanî karê xwe li herêma Kurdistanê rawestandin

Di meha Sibatê de Dadgeha Bilind a Iraqê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve, firotina neft û gazê derveyî qanûnî û li dijî destûrê dît. Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku di vê çarçoveyê de, 3 kompanyayên neftê yên cîhanî, karên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rawestandine.

Wezareta Neftê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 kompanyayên neftê girêdana xwe ya bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê ve nîşan dane.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got; “Kompanyayên Haliburton (Halîborton), Biggerhues (Bîgerhûs), Schlumberger (Şlambigir), ku di rêza kompanyayên navnetewî yên di warê neftê de xizmetê dikin, bi nameyek fermî ji me re ragihandine, ‘Di çarçoveya girêdana bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê, daxwaza projeyên nû ji Herêma Kurdistanê nakin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Neftê, her 3 kompanyaniya ji bo ku bi temamî dev ji karê nefta Herêma Kurdistanê berdin, niha di qonaxa paqijkirina peymana berê de ne.

Back to top button