“Tecrîda li ser Rêber Ocalan, binpêkirina mafê mirovan û peymanên Navnetewî ye”

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê, tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev tecrîd, binpêkirina mafên mirovan û peymanên navneteweyî ye.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm hat dayîn.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku, ji ber jin di azadiya civakê de xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan, dewleta Tirk a dagirker di şexsê rêber Ocalan de azadiya jinan û vîna wan hedef digire.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin cezayê disiplînê ku li Rêber Ocalan hatiye ferzkirin, binpêkirina mafên mirovan, û peymanên navneteweyî ye.

Li gorî wê divê civata navneteweyî, sazî, rêxistinên mafên mirovan û bi taybet CPT û Dadgeha Sûcên Navneteweyî û Dadgeha Mafan a Ewropa, divê hesab bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê, bikevin nava tevgerê.

Back to top button