ISRAÎLÊ BAREGEHÊN ÎRAN Û HIZBULLAHÊ LI ŞAM Û HUMSÊ BOMBE KIRIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Israîlê hin baregehên rêjîma Sûrî, Îran û yên Hizbullaha Lubnanî kirin hedef. Şeva din, Israîlê herî kêm 10 deverên derdora Şam û Humsê bombe kirin. 

Di encamê de, ziyanên madî derketin holê û kuştî û birîndar jî çêbûn.

Deverên hatin bombekirin ev in:

– Herêma EL-Kiswê li başûrê Şamê
– Lîwaya 91 li başûrê Şamê
– Navenda Lêgerînên Zanistî li Cimraya
– Herêma Cidêdêt Artûz
– Herêma Sahneya
– Navçeyên Qara û Flêta ku baregehên hêzên Hizbullaha Lubnanî bûn
– Navenda Lêgerînên Zanistî li gundê Um Hartên ê rojavayî Humsê
– balafirgeheke leşkerî li abşûrê Humsê

Çavdêriya Sûrî ragihand ku ji ber hedefgirtina herêma Sahneya, 6 sivîl ku nîvê wan zarok in û 10 leşkerên rêjmê û alîgirên wê hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Ji ber bombekirina herdu navçeyên Qara û Flêta jî, depoyên çekan hatin teqandin û agir bi derdorê ket.

Leave a Reply

Back to top button