MSD LI PAYTEXTA FRANSA PARÎSÊ KOMXEBATA DIYALOGAN LI DAR XIST

Meclisa Sûriya Demokratîk 29- 30’ê Hezîranê li Fransa komxebata diyalogan li dar xist. 

Bi însyatîfa MSD’ê bi beşdarbûna hêzên Sûrî yên demokratîk, niştimanî, kesayetên serbixwe yên niştimanî, Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser Cîhad Umer, cîgirê Hevserokatiya MSD’ê Mecdolîn Hesen û endamên Meclisa Serokatî ya MSD’ê komxebata diyalogan li paytexta Fransa Parîsê li dar ket.

Komxebat du rojan dewam kir.

Tê de doza nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê, tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya lidarxistina “Kongreyeke netewî, giştî ji hêzên opozisyonê yên demokratîk re hatin nîqaşkirin.

Beşdaran tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bi nav kirin.

Her wiha rola Rêveberiya Xweser di şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya herêmê de teqdîr kirin.

Di roja duyemîn a komxebatê de mekanîzmeya lidarxistina kongreya netewî ya giştî ya hêzên opozisyonê yên demokratîk hate nîqaş kirin.

Leave a Reply

Back to top button