Rêveberiya Xweser eşkere kir ew ji bo çi êrişeke gengaz li ser herêmê amade ye li hember bisekine û di vî alî de xebat hatiye kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî duh cîvîneke awarte ji meclisên rêveberiyê re lidar xist.
Di civînê de li ser rewşa siyasî taybet gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê nîqaş hat kirin.
Hat diyarkirin rewşa heyî ya herêm niha tê re derbas dibe, rewşeke şer û li ser vî esasî divê her kes tevbigere.
Rêvebriya Xweser tekez kir ew amade ye li dijî her êrişeke gengaz li ser herêmê bisekinin.
Û piştrast kir di vî alî de amadekariyên wan hene.