Li Îngilîstanê, ji ber bûyerên sosret, baweriya bi hukûmeta Borîs Johnson kêm dibe.
Wezîrên Maliye û Tendirûstiyê ji ber van sedeman dest ji kar berdan.
Xapandina civakê, bikaranîna erkê ji bo berjewendiyên xerab û her wekî din.
Li Îngilîstanê, hukûmeta Borîs Johnson ev demeke ji ber van pirsgirêkan tê tawanbarkirin.
Heta wisa lê hat ku hukûmet were ber asata jihevketinê.
Herî dawî wezîrê Tendirûstiyê Sajid Javid û wezîrê Maliyê Rishi Sunak li pey hev ragihandin ku ew dest ji kar berdidin.
Û bi vê armancê doh danê êvarê hevdîtin li gel serokwezîr Johnson pêk anîn.
Herdû wezîran jî eşkere kir ku êdî ti baweriya wan bi Serokwezîrê Îngilîstanê Borîs Johnson nemaye.
Di daxuyaniya wezîran de hate gotin;
Gel bi awayekî mafdar dixwaze hukûmet karê xwe birêk û pêk bike.
Di rewşe heyî de ne pêkanbû ku em bi vê hukûmetê re dewam bikin.



