ŞÊX MIHEMED: RÛSYA DI PARÇEKIRINA SÛRIYÊ DE ŞIRÎK E

Endamê şandeya malbatên şehîdan Ednan Şêx Mihemed ê ku bi endamên navenda lihevanînê ya Rûsyayê re rûniştbû li ser naveroka hevdîtinê axivî. Şêx Mihemed teqez kir ku Rûsya tu bersiv neda wan ji ber ku ew di parçekirina Sûriyê de şirîk e. 

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Efrînê û şêniyên wê gelek caran bang li Rûsyayê kirine ku dev ji siyasetên xwe yên dijberî yekîtiya xaka Sûriyê berde.

Navenda Rûsyayê hevdîtin bi malbatên şehîdan re kir lê daxwaza wan paşguh kir û axaftina li ser binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê paşde xist.

Girêdayî mijarê ji endamên şandeya malbatên şehîdan ên ku bi endamên navenda lihevanînê ya Rûsyayê re rûniştine Ednan Şêx Mihemed axivî.

Ednan Şêx Mihemed teqez kir ku Rûsya di parçekirina Sûriyê de şirîk e û wiha anî ziman:

Lê Em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, heya rizgarkirina Efrînê.”

Leave a Reply

Back to top button