Li peravên Lîbya 22 koçber mirin

NY ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû.
Piraniya wan ji Malî, 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku 61 koçberên neh rojan li ser botekê li deryayê sax man, ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin.

Berdevkê Rêxistina Koçê Safa Msheîl ragihand ku koçber ji bajarê Zûwara yê li nêzî sînorê Tûnisê di 22’ê Hezîranê de bi rê ketin.

Safa Msheîl diyar kir ku yên sax man roja Şemiyê gihîşt qada bejahî û got,

“Li gorî yên sax mane, piraniya wan ji Malî 22 koçber di dema rêwîtiyê de mirin.

Sedema mirina koçberan jî xeniqîn û dehîdrasyon (zuhabûna di laş de) e.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 3 jê zarok in.”

Msheîl anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya hin ji koçberan nebaş e û rakirine nexweşxaneyê û got,

Koçberên din jî li navenda koçberiyê ya El Maya hatin bicihkirin.

Lîbya, ji sala 2011’an ve dema hilweşandina rêvberiya Mûammer Qezafî yek ji rêyên sereke yên koçberiya ber bi Ewropayê ve ye.

Back to top button