Artêşa Rûsya ya li herêma Luhanskê armnacên xwe pêk anî, niha jî berê xwe daye Donetskê.
Di êrişa artêşa Rûsya ya li ser bajarê Slovyanskê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.
Êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser Ukraynayê dewam dikin.
Şaredarê bajarê Slovyanskê yê herêma Donetsk a Ukraynayê Vadym Lyakh ragihand ku artêşa Rûsyayê duh bi çekên giran êrişî bajar kiriye.
Di êrişê de 40 avahî hatin armanckirin.
Lyakh got:
“Li gor daneyên hatine piştrastkirin 2 sivîl mirin û 7 jî birîndar bûn.”
Ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê di 24’ê Sibatê de heta niha li bajarê Slovyanskê bi giştî 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 67 kes jî birîndar bûne.
20 jê zarok 114 kes ji bajêr bû herêmên ewle hatine veguhestin.
Rêveberiya bajar dixwaze jimara kesên hatine veguhestin zêde bike.