Gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê eşkere kirin ku hêzên wan salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi çalakiyên mezin pêşwazî dikin.Li gorî vê,
Li herêmên Zap, Xakûrk û Metînayê 31 leşkerên arrtêşa Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên gerîlla ên li herêmên Zap, Xakûrk û Metînayê bi raya giştî re parve kir;
Navendê diyar kir ku hêzên wan derbasî pêvajoya pêşwazîkirina salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûne û li ser çalakiyan ev agahî dan:
- Li herêma Zapê
2’ê Tîrmehê hêzên dagirker hewl dan ber bi tunelên şer ên Şehîd Umîd ve pêşde werin.
Di encama bersivdayîna gerîlla de 3 leşker hatin kuştin.
5’ê Tîrmehê hêzên dagirker xwestin bi kepçe û dozerên zirxî biçin navsera Qada Şikefta Birîndaran.
Gerîlla pêşî li wan girt û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.
Her wiha derb li wesayîtên zirxî hate xistin.
Ji ber lêdana gerîlla, hêzên artêşa Tirk neçar man gavekê paşde biçin.
5’ê Tîrmehê li herêma di navbera Çemço û Werxelê de wesayîteke zirxî bû armanca lêdana gerîlla.
Di çalakiyê de wesayît hat rûxandin û 8 leşkerên tê de hatin kuştin.
- Li herêma Metîna
5’ê Tîrmehê li Girê Amediyê, hêzên dagirker bûn armanca çalakiyên sekvaniyê yên gerîllayên jin..
Di encamê de 4 leşker hatin kuştin.
Li heman qadê di çalakiya sabotajê de 2 leşkerên din hatin kuştin.
Danê şevê jî gerîlla 3 caran bi bandor li hêzên dagirker dan.
Di çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin.
Li Qada Girê Cûdî jî gerîllayên sekvan li leşkerên Tirk dan û di encamê de yek ji wan hate kuştin.
- Li herêma Xakûrkê
4’ê Tîrmehê dagirkerên li qada Girê Karker bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.
Di çalakiyan de çeperek hat tinekirin û 2 leşker hatin kuştin.