ARTÊŞA TIRK AGIR BERDIDE ZEVIYÊN GUNDÊN DIHUKÊ

Êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi taybet li jîngehên sivîlan bênavber dewam dike.
Piştî ku çiyayên herêmê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate dagirkirin, vê carê dest bi şewitandina zeviyan kirine.

Şêniyên gundê Mîkdada ji bo çûna gundên xwe destûrê ji PDK’ê dixwazin.

Gundên Sipêndarê, Kirî, Bêdoh, Berojê Kanîmasî û Dêrîşkê hatine qedexekirin û nikarin biçin gundên xwe.

Her wiha artêşa Tirk bi balafiran çek û cebilxane ji bo leşkerên li herêmê datînin.

Berdevkê parastina şaristanî ya Soran, Beyar Mehyedîn jî diyar kir ku bombebaran û topbarana dewleta Tirkiye û Îranê yek ji sedemê şewitîna puş, rez û baxçeyên li herêmê ye.

Heta niha Ziyanek mezin gihandiye xwezayê.

Bi giştî ji ber bomberanê heya niha 239 milyon û 100 hezar dînar zerer çêbûye.

Leave a Reply

Back to top button