Ciwanên başûrê Kurdistanê êdî li dijî dagirkeriyê rêxstina xwe ya leşkerî xurt dikin.
Piştî Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê, ciwanên Biradost û Behdînan ê , Hêzên Xweparastinê ragihandin..Ciwanan bang li hemû beşên civakê û pêşmergeyan kir ku, li dijî dagirkeriyê xwedî li hebûna gelê xwe derkevin.
Ji ber Hikûmet bêndeg e û sivîl li ber çavên wan têne kuştin, êdî hêrs bê sînor dibe.
Li ser vê yekê Ciwanên Behdînan û Biradostê, Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê li dijî dagireriyê ragihandin.
Ciwanan bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew di çarçoveya parstina rewa de û ji bo ku bikaribin herêma xwe biparêzin, xwe bi rêxistin dikin.
Ji lewre bang li hemû beşên civakê, ciwan û pêşmergeyan dikin ku, beşdarî xeta wan bibin û gelê xwe biparêzin.
Li aliyekê din ciwanan hişyarî da ku, ew dizanin yên di nava Hikûmetê de bi Dewleta Tirk re dixebitin kî ne û çi dikin.
Eger ev kes dest ji dayina agahiyên istixibaratî bernedin, wê werin cezakirin.
Hêzên Xweparastinê yên Biradost û Behdînan teqez kir ku, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ew ê êrîşên dewleta tirk bişkînin û gelê xwe heta dawî biparêzin.
27’ê Hizêrana borî, Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke leşkerî hat ragihandin.
Yekem çalakiya vê hêzê jî 9 Hizêranê li Zaxo pêk hat.
Di encamê de, 20 leşkerên Dewleta Tirk hatin kuştin û erebeyek leşkerî hat teqandin..