Li Pakistanê ji ber lehiyê di nava 3 hefteyan de herî kêm 77 kes mirin

Encama lehiya ku li Pakistanê rabû eşkere bû.
Li gorî rayedaran, di nava 20 rojan de herî kêm 77 kes, di nav de gelek zarok û jin mirine. 

Li Pakistanê demek e ji ber baranên dijwar, li gelek deveran lehî rabûye.

Wezîrê Avhawayê yê welat Şerî Rehman anî ziman ji 14’ê Hezîranê ve baran ranewestiyaye û got;

“Encameke trajedîk li pey xwe hişt.

Heta niha herî kêm 77 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Divê were zanîn ku ev lehî hê destpêkin, lazim e em xwe ji bo rewşên girantir amade bikin.”

Li gorî reyadaran lehiyê herî zêde bandor li eyaleta Belûcistanê kiriye.

Tenê li vê herêmên 39 kes mirine.

Ji ber ku avahiyên li Pakistanê ne saxlem in, di rabûna her lehiyê de piraniya wan di ber avê re diçin.

Sedemeke din ku rê li ber lehiyan vedike jî pirsgirêkên binesaziyê ne.

Di dîroka Pakistanê de lehiya herî kambax sala 2010’an rabû.

Wê demê derdora hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest da û derdora 20 mîlyon jî ji cihê xwe bûn.

Back to top button