Li Efrînê di bîrekê de cenazeyê welatiyekî hat dîtin

Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane li Efrîna dagirkirî, bi dawî nabin. Herî dawî cenazeyê welatiyekî ku ev demeke wenda bû, di bîreke avê de hat dîtin. Li navçeya Mabata jî 3 jin hatin revandin. Her wiha bi armanca bazirganî û wêrankirina xwezaya Efrînê, di dema dawî de bi hezaran dar hatine birîn.

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, dawî li bûyerên kuştin, revandin û talankirina xwezayê nayê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku ji 5’ê Tîrmehê ve welatiyê kurd ê bi navê Ebdurehmen Îso (50) yê û bi navê “Ebdo Bozo” tê naskirin, dema ku pezê xwe diçêrand wenda bibû.

Rêxistinê da zanîn ku di 6’ê Tîrmehê de cenazeyê welatiyê ji gundê Maratê yê Efrînê di bîreke avê de hatiye dîtin.

Heta niha derbarê bûyerê de agahiyên berfirehtir, nehatine zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 3 jin revandin

Li aliyê din hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk 3 jinên Kurd ên ji gundê Misteşûr ê navçeya Mabeta ya Efrînê revandin.

Navên jinên hatine revandin wiha ne: “Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm.”

Heta niha derbarê aqûbeta wan jinan de, ti agahî nayên zanîn.

Li Efrînê di nava mehekê de 45 kes hatin revandin û 900 dar hatin birîn

Dîsa li Efrîna dagirkirî, li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker di Hezîrana derbasbûyî de di nav de jinek, 45 welatî revandin û her wiha bi armanca xerakirina xwezayê û bazirganiyê zêdetirî 900 dar birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, di nav de 30 jin, çeteyên dagirkeriya Tirk 346 welatî revandine û 18 kes qetil kirine.

Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar birîne, bêhtirî 300 darên din jî şewitandine, di heman demê de jî bi dehan hektar daristan û zevî şewitandine.

Back to top button