HPG’ê: 36 Leşkerên Tirk hatin kuştin, gelek alavên wan ketin destê gerîla

Bi rasthatina salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê, gerîlla çalakiyên xwe li dijî hêzên artêşa Tirk zêde kirin. Li gorî daneyên HPG’ê, li Zap, Avaşîn û Metînayê 36 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha 3 çekên ferdî û gelek alavên leşkerî jî ketin destên gerîlla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan bi çalakiyên mezin pêşwaziya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê dikin.

Navendê eşkere kir ku di çalakiyên dawî de derbên giran li artêşa Tirk hatine xistin û têkildarî encaman ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Avaşînê

6’ê Tîrmehê hêzên dagirker xwestin ber bi tûnelên şer ên qada Şehîd Têkoşer pêşde werin.

Gerîlla bi rêbaza sabotajê li wan dan û di encamê de leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Heman rojê li Qada Werxelê jî hêzên dagirker xwestin nêzî tûnelên şer bibin, bûn armanca lêdana gerîllayên jin.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Danê êvarê jî gerîlla bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan û ji ber vê destwerdanê, neçar man paşde biçin.

  • Li herêma Zapê

5’ê Tîrmehê li derdora çeperên şer ên qada Şehîd Umîd, di çalakiya sekvaniyê ya gerîlla de, leşkerek hat kuştin.

6’ê Tîrmehê li herêma Çemço di encama lêdana gerîlla de, droneke artêşa Tirk hate xistin.

Li qada Şehîd Rêber jî hêzên dagirker xwestin bi teqemeniyan êrişî tûnelên şer bikin.

Û ji ber destwerdana gerîlla, neçar man paşde biçin.

  • Li herêma Metîna

6’ê Tîrmehê li Girên Sêdarê, Cûdî û Amediyê di çalakiyên sekvaniyê de, 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Cenazeyê yek ji kuştiyên artêşa Tirk di bin kontrola hêzên gerîlla de ye.

Heman rojê helîkopterên ku Girê Amediyê bombebaran kirin, bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de derb li helîkopterekê hat xistin û neçar ma ji herêmê dûr bikeve.

Şeva 6’ê Tîrmehê hêzên artêşa Tirk hewl dan ber bi Girê Amediyê ve pêşde werin.

Gerîlla ew xistin kemînê û bi bandor li wan dan.

Di encamê de 13 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Dema helîkoptera skorsky xwest kuştî û birîndaran rake, bû armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de derbeke giran lê ket û bêyî ku kuştiyan rake ji herêmê dûr ket.

7’ê Tîrmehê li heman qadê şer dewam kir û di çalakiya gerîlla de 3 leşkerên din hatin kuştin.

Dîsa li qada Girê Amediyê, tîmên gerok ên gerîllayên jin li hêzên dagirker dan.

Li vir jî 6 leşker hatin kuştin û cenazeyên wan heta demekê di bin kontrola gerîlla de bûn.

7’ê Tîrmehê li Girê Cûdî jî di çalakiyên sekvaniyê de 4 leşker hatin kuştin.

Heman rojên hêzên Tirk xwestin nêzî çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrodoxan bibin.

Gerîlla bi bandor li wan da.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Gerîlla çûn ser cenazeyên kuştiyan.

Demançeyek, 2 çekên Alman HK-416 û gelek alavên leşkerî rakirin.

Her wiha cenazeyê leşkerekî kuştî jî di destê gerîlla de maye.

Back to top button