Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi civînekê xebatên xwe yên du salan nirxandin û hevserokên nû yên meclisê hatin hilbijart.
Civîn li hola Star Lait a herêma Şiqêf bi beşdarbûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, meclis û komînan hate lidarxistin.
Di civînê de endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Zelal Ceger axivî û diyar kir ku serkeftina Şoreşa 19’ê Tîrmehê encamên berxwedan û têkoşînê ya gel e û banga xwedî derketina li destkeftiyan û xurtkirina têkoşînê kir.
Piştre, endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Fedîla Qasim rapora rewşa rêxistinê ya du salan a Meclisa Malbatên Şehîdan xwend.
Her wiha hilbijartin pêk hatin, Mihemed Ehmed Hisên û Roşan Mihemed Fewazî wekî hevserokên meclisê hatin hilbijartin.